Li Bexdayê bombe li cihên niştecihbûnê hatin barandin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihand ku çend navçeyên niştecihbûnê yên li Bexdayê hatin bombebarankirin.

Di saetên sibehê de êrişî çend navçeyên niştecihbûnê yên li nav paytexta Iraq Bexdayê hate kirin. Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê têkildarî êrişê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hinek navçeyên niştecihbûnê yên li Bexdayê hatin bombebarankirin.

Fermandariyê destnîşan kir ku ev êriş binpêkirina hemû peymanên navneteweyî ye û got: “Êrişî taxên niştecihbûnê hatin kirin. Em vê derbazkirina metirsîdar û bê mînak ku tenê welatiyên sivîl hedef digire, bi tundî şermezar dikin.”